Daxwaza 2 hezar û 352 salan zindanê jibo Îmamoglû
Mijdar 11, 2025 21:36 Asia/Tehran
Serdozgeriya Stenbolê, Akîn Gorlek, daxwaznameya cezaya 2 hezar û 352 sal zîndanê jibo Îmamoglû derxist.
Dosiya dijî Ekrem Îmamoglû, şaredarê berê yê Stenbolê, ku niha di girtîgehê de ye, temam bûye û dozgerê dosiyê ji bo wî cezaya zêdetirî 2 hezar û 300 sal zindan biriye. Nivîsgeha serdozgeriya Stenbolê gihîştiye wê encamê ku rêxistineke cinayî di bin ferman u rêvebirîya Îmamoglû da hebûye. Di vê daxwaznama cezayê da ew bi 142 sûcên curbicur hatiye tawanbarkirin û cezaya ku ji wî re hatiye pêşniyarkirin 2 hezar û 352 sal zindan e.