Mijdar 11, 2025 18:17 Asia/Tehran
  • Berteka Hemasê li hember darvekirina girtiyên filistînî

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê, Hemasê bi daxuyaniyekê pejirandina qanûna darvekirina girtiyên filistînî di civîna parlemana Rejîma Siyonîst de bi tundî şermezar kir û ew dewama siyasetên nijadperestane û cinayetkarane yên rejîmê da zanîn.

Di daxuyaniya Hemasê de hatiye: Pejirandina vê qanûna faşîstî û kêfkirina ji ber êşandina merivan li ber çavê cîhanê nîşana israra rejîma dagirker ser binpêkirina eşkere ya qanûn û peymanên navneteweyî, bi taybetî qanûna mirovî ya navneteweyî û prensîbên mafên mirovan e. Hemasê her wiha bang li civaka navdewletî, NY û hemî rêxistinên mafên mirovan kir ku bi tundî vê qanûna nijadperestane û xeternak şermezar bikin û boykotên rêgirane ser Rejîma Siyonîst da bisepînin.Vê tevgerê her wiha banga pêkanîna komîteyên lêkolînê jibo serdana zindanên rejîma dagirker û lêkolîna ser rewşa girtiyên filistînê kir.

Serepeyv