Di navbera xwendekarên nerazî û alîgirên Trump de li Bêrklîyê pevçûn derket
Mijdar 11, 2025 20:17 Asia/Tehran
Nerazîbûnên xwendekaran li zanîngeha Bêrklî ya Kalîforniyayê, bernama alîgirên Donald Trump, Serokkomarê Amerîkayê li vê zanîngehê rastî tundûtûjiyê anî.
Xwendekarên dijberê siyasetên Trump û Komarîxwazan bi slogana ``Faşîst derkeve`` bi rêveberên vê bernameyê re ketin pevçûnê. Polîsê Amerîkayê herî kêm sê kes girtin. Kesên nerazî bi hilgirtina pankartên bi slogana -Bêrklî ne cihê faşîstan e- dijberiya xwe li himber lidarxistina bernameya alîgirên Trump ragihandin.