Berdewamiya cinayetên siyonîstan û zêdebûna hejmara a şehîdan li Xezzeyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i355571-berdewamiya_cinayetên_siyonîstan_û_zêdebûna_hejmara_a_şehîdan_li_xezzeyê
Nivîsgeha ragihandinê ya hikûmetê li Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdan li navenda belavkirina alîkariyan li herêma Zîkîmê gihîştiye 101 kesan û Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê jî ragihand ku bi sedan karmendên pizîşkî hîn jî di destê Rejîma Siyonîst r de hatine hêsîrkirin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Tîrmeh 31, 2025 11:31 Asia/Tehran
  • Berdewamiya cinayetên siyonîstan û zêdebûna hejmara a şehîdan li Xezzeyê

Nivîsgeha ragihandinê ya hikûmetê li Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdan li navenda belavkirina alîkariyan li herêma Zîkîmê gihîştiye 101 kesan û Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê jî ragihand ku bi sedan karmendên pizîşkî hîn jî di destê Rejîma Siyonîst r de hatine hêsîrkirin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Hikûmetê li Xezzeyê ragihand ku duh li herêma Zîkîmê li bakurê rojavayê Xezzeyêrejîma Siyonîst cinayetek nû kiriye ku di encamê de 101 kes şehîd bûne û 666 kes jî birîndar bûne. Li gorî vê raporê, ev şehîd û birîndar bo nexweşxaneya Şîfa, nexweşxaneya çolê ya Kuweytê û nexweşxaneya Muemedanî hatine veguhastin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê bi ragehandina wê yekê ku 0 roj piştî girtina Dr. Merwan el-Hems, serokê nexweşxaneyên  çolê ên li Xezzeyê, ji aliyê hêzên dagirker ve, ti agahîderbarê  rewşa wî tune ye û tekez kir: 361 kadroyên pizîşkî hîna jî di zindanên Rejîma Siyonîst de hatine hêsîrkirin.