Zêdetirî 40 hezar zarok di encama şerê Xezzeyê de sêwî mane
Berdevkê UNICEF-ê hişyarî da û got: Zêdetirî 40 hezar zarok di encama şer de sêwî mane ku ev hejmar bi awayekî metirsîdar di halê zêdebûnê ye.
Kazim Ebû Xelef derbarê rewşa bi qeyran a zarokan li zîvala Xezzeyê hişyarî da û got: Zarok goriyên sereke yên birçîbûn û kêmbûna xwarinê ji ber dewama şer in û bi dehan hezar kes ji wan ji ber kêmbûna xwarinê hewceyê dermankirina bilez in.
Berdevkê UNICEFê her wiha bal kişand ser bandorên derûnî yên vê qeyranê ser zarokan û got: Zarokên Xezzeyê ne tenê ji birînên fîzîkî belku ji derbeyên derûnî yên kûr ku dîtine bi salan divê dem derbas bibe ku bên dermankirin. Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê her wiha ragihand ku rejîma dagirker heta niha zêdetirî 16 hezar zarok û nêzîkî 9 hezar jin şehîd kirine.