Berdewambûna êrişên Rejîma Sîyonîst ser Xezzeyê
Artêşa Rejîma Sîyonîst îro bi berfireyî êrişî navçeyên curbicur ên Xezzeyê kir û li gorî gotina çavkanîyên filistînî di encamê da herîkêm 18 kes ji wan hemî endamên malbatekê hatin şehîdkirin.
Li şarê Cibalîyayê malek ket ber êrişa balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst ku di encamê da 7 endamên malbatekê hatin şehîdkirin. Li Xan Yûnisê jî 2 filistînî hatin şehîdkirin.
Li gorî raporan, balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst îro 2 carî kon û çadirên awareyên filistînî li herêma Mewasîyê dan ber bombeyan.
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê jî di daxûyanîyekê da ragihand ku hejmara şehîdên Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika rabû nêzî 55 hezar kesî.
Seraya Quds Baskê Leşkerî yê Tevgera Cihada Isalamî ya Filistînê jî ragihand ku hêzên wê karîne li rojhilata Xan yûnisê êrişî avahîyekê bikin ku leşkerên sîyonîst tê da bûn û di encamê da bi dehan leşekrên sîyonîst hatin kuştin û birîndarkirin.