Hejmara şehîdên Xezzê jorda çû
Di encama êrişên artêşa Rejîma Siyonîst di 24 saetên buhurî ser vê zîvala Xezzê de 62 filistînî şehîd bûn û 184 kes jî birîndar bûn.
Di encama yek ji wan êrişan de 27 kes ji xelkê komavahiyeka li kempa El Birîcê li navenda Zîvala Xezzê de şehîd bûn. Nivîsgeha Ragihandina hikûmî ya Filistînê li Xezzê jî di daxuyaniyekî de ragihand ku di cinayeta herî dawîn a dagirkiran dijî medyakaran de, Muitez Receb, nûçegîhan û kamêramenê kanala televîzyonî ya Quds El Yewmê hat şehîdkirin. Bi vî awayî hejmara şehîdên şerrê jînûsaydê ya Rejîma Siyonîst dijî Xezzê ji 7`ê Cotmeha 2023`an ve heta nika gihîştiye 54 hezar û 249 kesan û hejmara birîndaran jî rabûye 123 hezar û 492 kesan. Eva di halekî da ye ku bi hezaran kes jî li Zîvala Xezzê hîna bêserûşûn in û di bin kelefeyan de mane.