Nûnerê Filistînê li Konseya Ewlehiyê kelogirî bû
May 29, 2025 16:16 Asia/Tehran
Nûnerê hertimî yê Filistînê li NY di civîna Konseya Ewlehiyê de li ser alûgorên herî dawîn ên li navçeyên filistînî, di dema axiftina li ser êş û pirsgirêkên filistîniyên li Xezzê kelogirî bû û gîriya.
Riyaz Mensûr bi çavên girî got: Vîdêoyên dayîkên filistînî ku zarokên xwe yên candayî dabûn hêmbêza xwe, destê xwe dikişînin ser wan, bi wan re qise dikin û dawa lêborînê ji wan dixwezin, nayên hemilandin. Nûnerê hertimî yê Filistînê li NY herwiha got: Agir û birçîbûn zarokên Xezzê dorpêç kirine, em naxwazin zarokên me vê karesat û hovîtiyê ji aliyê wan kesan biceribînin ku îdiaya sekinîna li hember hovîtiyê dikin.