May 28, 2025 16:20 Asia/Tehran
  • Qessam û Seraya Al Qudsê derbên giran li Rejîma Sîyonîst xistin

Di dewama operasyonên Bereya Berxwedanê da himber destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst, Tabûrên Qessam Baskê Leşkerî yê Tevgera Hemasê ragihand ku têkoşerên wê karîne panzêreke artêşa Rejîma Sîyonîst li rojhilata şarê Xan Yûnisê ku ketîye başûra Zîvala Xezzeyê bikin armanc.

Tabûra Qessamê di daxûyanîyekê da ragihand ku têkoşerên wê bi rokêta P-29 êlrişî panzêreke artêşa Rejîma Sîyonîst li herêma Fexxarî li rojhilata şarê Xan Yûnisê ku ketîye başûra Zîvala Xezzeyê kirin. 

Qessamê di daxûyanîya xwe da pêgirî kir ku bi dû wê êrişê, helekopterên artêşa Rejîma Sîyonîst ji bo veguhestina kuştî û birîndarên di encama wê operasyonê da li navçeyê daketin.

Seraya Al Quds Baskê Leşkerî yê Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê jî ragihand ku li cîyê kombûna leşkerên Rejîma Sîyonîst li rojhilata Xezzeyê teqînek qewimî ku di encamê da çend leşkerên vê rejîmê hatin kuştin û birîndarkirin.

Seraya Al Qudsê herwiha ragihand ku li Taxa Şucaîyê li rojhilata Xezzeyê hejmareke zêde ya leşkerên Rejîma Sîyonîst li malekê kom bibûn ku ket ber êrişa wê tevgerê k udi encamê da gellek sîyonîst hatin kuştin an birîndarkirin. 

Serepeyv