Xezze pirr hewcedarê alav û xizmetên pizişkî ye
Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê amajeyî vê yekî kir ku nika para zêde ya xelkê Zîvala Xezzê hewcetî bi xizmetên dermankirinê hene û pêgîrî kir ku ev navçeya bi kêmbûna zav a derman û alavên pizişkî re rûbirû ye.
Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê ragihand ku para zêde ya depoyên alavên pizişkî li Zîvala Xezzê vala bûne û sedî 42`yê dermanên bingehîn ên wek êşbiran pirr kêm bûne. Eva di halekî da ye ku 51 kamiyonên hilgirê alîkariyên pizişkî li benda dayîna îznê ji bo ketina nav Xezzê ne lê îzna derbasbûnê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve ji bo wan nayê dayîn. Rêxistina Xwerin û Cotkariyê (FAO) jî ragihand ku sedî 95`ê erdên çandiniyê yên li Zîvala Xezzê êdî ji bo çandiniyê ne guncaw e û ji aliyê Rejîma Siyonîst ve bi temamî hatiye rûxandin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Filistînê, Macid Ebû Remezan, derbarê xelayê û birçîbûna li Xezzeyê de hişyarî da û got: Îsraîl birçîtiyê li dijî sivîlan weke çekekê bi kar tîne û em bang li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku dorpêça zalimane ya li ser Xezeyê bişkîne û 2 milyon û sêsed hezar filistîniyan ji birçîbûnê rizgar bike.