Êrişên berfire yên artêşa Rejîma Sîyonîst ser navçeyên curbicur ên Xezzeyê
May 21, 2025 17:15 Asia/Tehran
Di encama êrişên artêşa Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê di 24 saetên buhurî da 82 kes hatin şehîdkirin û 262 kes jî hatin birîndarkirin.
Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku Rejîma Sîyonîst êrişî navçeyên curbicur ên Xezzeyê nemaze Nexweşxaneya Ewdeyê kir. Di encama êrişên ser navçeya Cibalîyayê da 12 endamên malbatekê hatin şehîdkirin. Hêzên hawargiheştinê jî hewil dan ku birîndaran rakin û meytê şehîdan ji bin kavcilan derxistin.
Wezareta Tenduristîya ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê jî raghiand ku hejmara şehîdên Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika rabû 53 hezar û 655 kesî û hejmara birîndaran jî rabû 121 hezar û 950 kesî.