UNRWA: Îmakana jiyana li Xezzeyê tine
UNRWA, Rêxistina alîkariyê bo Xezzeyê, zengila xeterê derbarê rewşa nalebar a zîvala Xezzeyê ji ber berbendên ku Rejîma Siyonîst li himber derbaskirina alîkariyên mirovî bo Xezzeyê pêk aniye, lêxist .
UNRWAyê ragihand: Tiştên ku ji Xezeyê re hewce ye alîkariyeke zav û bêasteng û berdewam e ji bo rawestandina belavbûna birçîtiyê.Serokê Karûbarên alîkariya mirovî ya NY jî derbarê hindikbûna alîkariyên ku rejîma siyonîst rê daye derbasî Xezzeyê bibin, got: Bêyî alîkariyan di 48 sietên bê de 14 hezar zarokên sawa dê li Xezzeyê canê xwe ji dest bibidn.
Tam Fleçir her wiha got ku kamyonên alîkariyê ku ji xwarina zarokan pêk tên, li Xezzeyê ne lê negihîştine sivîlan ji ber ku ew li aliyê din ê sînor de ne.
UNRWAyê tekez kir: Li Xezeyê kêmasiya xwarinê pir zêde ye û jiyan li Xezzeyê ji nav çûye. Rejîam Siyonîst pêşiya xebata pizîşkan digire û nahêle derman û alîkarî derbasî Xezzeyê bibin.
Nivîsgeha ragihandinê ya hikûmeta Xezzeyê ragihand ku rewş li Xezzeyê bi curekê ye ku ji bo derbaskirina qeyranê hewcetî bi veguhestina rojê 500 yekîneyên alîkariya mirovî heye.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê jî derbarê êrişa ser teşkîlata elektrîkê ya nexweşxaneyên Xezzeyê agahî da û got ku ev kiryara siyonîst dê bibe sedema rawestandina tam a çalakiyên nexweşxaneyan.
Vê wezaretê her wiha derbarê tehtîlbûna tam a nexweşxaneyên li bakurê Xezeyê agahî daye.