Berpirsekî filistînî: Rejîma Israyîlê ji nexweşxaneyan jî tolê distîne
May 19, 2025 15:35 Asia/Tehran
Ser-rêvebirê nexweşxana Şifa li Xezzeyê got ku Rejîma Sîyonîst êrişî nexweşxaneyan dike ta ku pêşîya dermankirina nexweşan bigire.
Mihemed Ebû Selîme Ser-rêvebirê nexweşxana Şifa li Xezzeyê got: Rejîma dagirker ji nexweşxaneyan jî tolê distîne ta ku pêşîya dermankirina nexweş û birîndaran bigire.
Wî herwiha got: Hejmara nexweş û birîndarên di encama êrişên sîyonîstan da gellekî zêde ye û em nikarin xizmetan raberî wan bikin.
Ebû Selîme herwiha got: Hema di 4 rojan da 500 şehîd û zêde ji hezar birîndar ji bo vê nexweşxanê hatine veguhestin.
Wî herwiha got: Rejîma Sîyonîst enqest êrişî pergala tenduristîyê ya li Zîvala Xezzeyê dike. Hema îro du nexweşên gurçikê ji ber nebûna alavên pizişkî li vê nexweşxanê can dan.