Zarokên Xezzeyê li ber metirsiya mirinê di encama bombebaran û birçîbûnê
Sindûqa Zarokan a NY (UNICEF) di daxuyaniyekê de tekez kir: Zarokên Xezzeyê ne tenê ji ber bombebaranê bi mirinê re rû bi rû ne, belku jiyana wan ji ber birçîbûn, nebûna lênêrîna Pizişkîû belavbûna nexweşiyan ji ber kêmasiya ava vexwarinê bi mirinê re rû bi rû ye û Ji aliyê din ve, şandina alîkariyên mirovî bo vê herêmê ne pêkan e.
UNICEFê di daxuyaniyekê de dilnigeraniya xwe ya kûr ji zêdebûna hejmara zarokên gorîbûyî di encama şerê Xezzeyê nîşan da û ragihand ku tenê di du rojên borî de zêdetirî 45 zarokan li herêmê jiyana xwe ji dest dane, bi vî awayî hejmara giştî ya zarokên li Xezzeyê yên ku di du mehên borî de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 950 kesî. UNICEFê di vê daxuyaniyê de ragehand: Rewşa li Xezzeyê li gorî hemî pîvanên heyî nalebar e û zarokên vê herêmê di şert û mercên pir xirab de di bin dorpêçê de ne, û êrişên ser deverên xelknişîn û navçeyên awareyan li vê herêmê berdewam dikin.