Kêmbûna giran a ewlehiya xwerinê li Xezzê
Êrişên li dûhev ên Rejîma Siyonîst, dorpêça giran û kêmbûna zav a alîkariyên bingehîn rewşa li Xezzê ber bi xelayê ve kaş dikin.
Rejîma Siyonîst birçîtiyê wekî çekeka girîng li cinayetên jînûsaydê li Zîvala Xezzê bi kar tîne. Hemû xelkê Navçeyên Xezzê rastî kêmbûna giran a xwerinê ve hatine û di rewş û şert û mercên bi karesat da ne. Stêfan Ducarîk, berdevkê NY amajeyî vê yekî kir ku alîkariyên mirovdostane tenê xwerinê digirin ber xwe û li ser pêwîstiya raberkirina xizmetên din di warê tendirustî, av, perwedehî, piştgîrî û parastina rasterast a welatiyên filistînî li Zîvala Xezzê pêgîrî kir.
Katrîn Rasêl, Birêvebira cihanînê ya UNICEF`ê, jî pêhişyarî daye zarokên Xezzê bi metirsiya ciddî ya xelayê re rûbirû ne. Katrîn Rasêl herwiha destnîşan kir bi destnexistina xwerinê û alîkariyên mirovdostane û têkçûna nijyara tendirustiyê, gefê li jiyana bi hezaran zarokan dixwe. Rasêl di dewamê de herwiha got: Tenê rêya girtina pêşiya karesata mirovî ya li Xezzê, pêkanîna agirbesa demlidest e.
Şerrê birçîbûnê ku dagirkiran bi rê xistin hêdî hêdî sivîlên Xezzê bi taybet zarok û kesên bi temen ji nav dibe. Bêencamayîna hewldanên navnetewî di çarçoveya rizgarkirina jiyana zêde ji 2 mîlyon sivîlên filistînî li Zîvala Xezzê, bi awayekî aşkera bûne sedem ew ji mafên xwe yên bingehîn ji bo jiyan, tendirustî, xwerin û ewlehiyê bêpar bimînin û divê hemû welat şiyana xwe ji bo sekinandina cinayeta jînûsayda bê rawestan a dijî Zîvala Xezzê bi kar bînin.