May 12, 2025 15:10 Asia/Tehran
  • Pêhişyariya li ser UNRWA`yê/ Şerrê tam dijî filistîniyan

Serokê Navenda Navnetewî ya Qudsê amajeyî liv û tevgerên Rejîma Siyonîst dijî Saziya Alîkarîgîhandin û peydakirina a ji bo Awareyên filistînî ser bi NY(UNRW) kir û got, ev karê Rejîma Siyonîst tê wateya şerekî tam dijî hemû filistîniyan.

Hesen Xatir got, girêdana 6 dibistanên ser bi UNRWA`yê di çarçoveya siyaseta pilandarêştî ya bi armanca hilweşandina UNRWA`yê û istandina desthilatdariyên wê de ye.

Wî got: UNRWA ji bo gelek salan wekî saziya navnetewî ya piştgirê mafên awareyên filistînî û raberkirê alîkariyan bo wan hatiye nasîn û nika ji aliyê dagirkiran ve ketiye ber êriş û zextê.

Serokê Navenda Navnetewî ya Qudsê got: Şerrê tam ê dijî UNRWA`yê di çarçoveya siyaseta zexta li ser netewê Filistînê li navçeyên curbicur bi taybet li Xezzê û Perra Rojava Çemê Urdinê da ye.

Serepeyv