Qessamê li Xezzeyê derbeke giran li leşkerên Rejîma Sîyonîst xist
May 08, 2025 16:10 Asia/Tehran
Tabûra Qessam baskê Leşkerî yê tevgera Hemasê ragihand ku li Zîvala Xezzeyê çend operasyon dijî hêzên dagirker li dar xist.
Tabûra Qessamê ragihand ku têkoşerên wê karîn çend ``mayînan`` ser rêya hêzekî zêrêhî yê israyîlî li başûra Zîvala Xezzeyê biteqînin ku di encamê da çend leşkerên Rejîma Sîyonîst hatin kuştin û birîndarkirin û herwiha zîyaneke maddî jî li Rejîma Sîyonîst ket.
Tabûra Qessamê di dewama daxûyanîya xwe da raghiand ku têkoşerên wê piştî teqîna ``mayînan, ew dera dan ber hawanan û zêrêhpûşeke sîyonîstan hat têkşikandin û helekopterên israyîlî jî ji bo veguhestina birîndarên vê operasyonê li wê navçeyê danîn.
Tabûra Qessamê duh jî derbên giran li leşkerên dagirker dabû.