Operasyona serketî ya tabûrên El-Qessam/Leşkerên Siyonîst li kemîna berxwedanê
Çiqa leşkerî ya tevgera Hamasê vîdyoya cihanîna kemîneke deqîq li bakurê Xezzeyê dijî leşkerên siyonîst belav kir ku têde komek ji leşkerên siyonîst ketin ber êrişan.
Tabûrên şehîd Îzedîn Qessam, baskê leşkerî yê tevgera berxwedana Îslamî Hamas, wêneyên kemîneke serketî dijî leşkerên Îsraîlê li Kolana El-Ewde, li rojhilatê Beyt Hanûnê, weşand.
Ev operasyon di çarçoveya rêze-operasyonên bi navê Işkestina Şûrê de û bi bikaranîna tifinga taybet a bi navê El-Qol pêk hat.
Di van wêneyan de, diqeta nîşanbazî û şiyana zêde ya Hêzên El-Qessam bi zelalî tên dîtin.Mucahidên filistînî karîn hêzên dijmin ên ku dixwestin ber bi navçeyê ve bi pêşde herin bi diqet bidin ber êrişan û derbeyan li wan bixdin.
Ebû Ubeyde berdevkê leşkerî yê Tabûrên El-Qesam jî got ku têkoşerên me amade ne ku li Xezzeyê di kemînên berfireh de bi dijminê siyonîst re bikevin pevçûnê.