Gotêrêş banga rêzgirtina li agirbesê li Xezzeyê kir
Adar 21, 2025 17:43 Asia/Tehran
Sekreterê Giştî yê NY bêyî mehkûmkirina cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê, daxwaza rêzgirtina ji agirbesê û dayîna îzna derbaskirina alîkariyên mirovî b o nav Xezzeyê kir.
Antonyo Gotêrşê Sekreterê Giştî yê NY careke din daxwaz kir ku rêz li agirbesa li Xezzeyê were girtin û destûr were dayîn ku alîkariyên mirovî derbasî vê devera şerlêketî were kirin. Di eynî demê de UNRWAyê tekez kir ku rewş li zîvala Xezzeyê pir dilnigernker e. UNRWAyê her wiha tekez kir: Alîkariyên bingehîn, wek erzaq û kelûpelên pizîşkî, li zîvala Xezzeyê di halê bidawîbûnê ye û pêwîstiya me bi van alîkariyan heye. Vê saziya navdewletî her wiha got: Divê cardinê agirbes li zîvala Xezzeyê pêk were.