Derbasgeha Refahê piştî 8 mehan dîsa vedibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i353199-derbasgeha_refahê_piştî_8_mehan_dîsa_vedibe
Çavkaniyên medyayî derbarê vekirina yekalî ya dergehê Refehê ber bi Misrê piştî heşt mehan girtîbûnê agahî dan.
(last modified 2025-02-01T11:32:33+00:00 )
Sibat 01, 2025 15:14 Asia/Tehran
  • Derbasgeha Refahê piştî 8 mehan dîsa vedibe

Çavkaniyên medyayî derbarê vekirina yekalî ya dergehê Refehê ber bi Misrê piştî heşt mehan girtîbûnê agahî dan.

Dergehê Refehê  jibo  veguhestina birîndar û nexweşan bo dervey welêt jibo dermankirinê hat vekirin.

50 birîndar û nexweş ji bo dermankirinê bi rêya dergeha Refehê bo Misirê hatin veguhestin.

Li gor rapora medyaya Filistînê, ev yekemîn karwana derketî ji Zîvala Xezzeyê bû û karwanên din jî dê bi rêya dergeha Refehê ji vê zîvalê  derkevin.

Dergeha Refehê li gorî lihevkirinê piştî qonaxa çarem a pevguhertina girtiyan di navbera berxwedana Filistînê li Zîvala Xezzeyê û Rêjîma Siyonîst hat vekirin.

Dergeha Refehê di 7ê Gulana 2024an piştî serdestiya artêşa Îsraîlê  ser wê hatibû girtin.