Hamas: Me dagirker neçar kirin ku dest ji destdirêjiyê berdin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i352992-hamas_me_dagirker_neçar_kirin_ku_dest_ji_destdirêjiyê_berdin
Tevgera Hemasê tekez kir ku dijminê siyonîst negihêşt armancên xwe û neçar ma ku destdirêjiya xwe rawestîne.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çile 18, 2025 13:00 Asia/Tehran

Tevgera Hemasê tekez kir ku dijminê siyonîst negihêşt armancên xwe û neçar ma ku destdirêjiya xwe rawestîne.

Tevgera Hemasê îro di daxuyaniyekê de ragihand: Tevî hewldanên Serokwezîrê  Rejîma Siyonîst Binyamîn Netanyahu bo dirêjkirina şer û berdewamkirian cinayetên xwe me hêzên dagirker neçar kirin ku destdirêjiyên xwe rawestînin û paşde vekişin. Dijminê dagirker negihêşt armancên xwe  yên destdirêjkiriyê û tenê  karî  cinayetên kirêt  pêk bîne ku sedema şerma mirovahiyê ye.

Di beşeke din a vê daxuyaniyê de hatiye: Şerê Bahoza El-Eqsayê hevgirtina gelê me yê mezin bi berxwedanê re nîşan da ku li himber dijminê hov  sekinî. Xwîna  ewladê gelê me  dê xisar nebe û leşkerên dijmin dê serê axir bên cezakirin.Tevgera Hemasê  ragehand: Niha dema rakirina dorpêçê, gihandina alîkariyê  bo gelê Filistînê, dermankirina birînên wan, vegera awareyan  û ji nû ve avakirina Zîvala Xezzeyê ye.