Çile 01, 2025 18:57 Asia/Tehran
  • Bi hezaran kon di encama rabûna lehiyê di bin avê de man

Rêxistina Berevaniya Sivîl a Xezzeyê ragihand ku zêdetirî hezar û 500 konên awareyan nêzî nîv metreyan di bin ava baranê de mane û idî bi kêr nayên.

Rêxistina Berevaniya Sivîl a  Xezzeyê herwiha tekez kir ku  ji ber sirr û seqma giran gelek aware birîndar bûne û kelûpel û nivînên wan ji nav çûne.Li Refeh û Xan Yûnisê  jî zêdetirî 665 kon di bin avê de mane. 210 kon jî li navenda zîvala Xezzeyê ji ber barana guj zirareke mezin dîtine.

Serepeyv