Xezze di sala nû ya zayînî di bin bombeyan de
Arteşa Rejîma Siyonîst di sietên destpêkê yên sala nû de ji erd û esmîn ve êrişî hemû beşên Xezzeyê kir.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di roja 453`an a şerê ji bo qirrkirina gel li Xezzeyê û di roja ewil a sala nû ya zayînî de ragehandiye ku bi taybetî kampên Cibalya û Bureyc li navend û bakurê vê navçeyê bi tundî hatin bombebarankirin û di encamê de bi dehan kes şehîd û birîndar bûne.Di encama êrişa balefirên cengê yên siyonîstan ser Cibaliyê de 12 kes ku piraniya wan zarok bûn, hatine şehîdkirin.Bi vî awayî hejmara şehîdên şerê li dijî Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala buhurî ve rabûye 45 hezar û 553 kesî û hejmara birîndaran jî rabûye 108 hezar û 379 kesî.
Rejîma Siyonîst ji 7ê Cotmeha sala 2023an ve heta niha hezar 91 zarokên sawa li Filistînê şehîd kirîye ku ji vê hejmarê 238 zarokên sawa û dergûş di dema şêrr de ji dayîk bûne û piştre şehîd bûne. Lê vê rejîmê tevî hemû cinayetan hîna nekariye bighêje daxwaz u armancên xwe, yanî azadkirina girtiyên siyonîst û jinavbirina tevgera Hemasê; bi curekê ku Tabûrên Qessam wek berteka li hember berdewamiya cinayetên Rejîma Siyonîstî, derbarê êrişên bi mûşekan ser bajarokê siyonîstnişîn ê Netîfûtê li erdên dagirbûyî agahî daye. Tevî hemû cinayetên Rejîma Siyonîst, Amerîka wek piştgirê wê yê herî girîng di dereqa yeksala derbasbûyî de, herî zêde alîkariyên leşkerî daye vê rejîmê û hewcetiyên wan ên aborî û leşkerî dabîn kiriye.Medyayên rojavayî dibêjin Amerîkayê ji Cotmeha 2023`an ve heaa dawiya 2024`an bayê zêdetir ji 22 milyar dolarî çek û sîleh û alîkarî daye Rejîma Siyonîst.