Jordaçûna hejmara şehîdên Xezzê
Wezareta tendirustiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzê basa şehadeta 45 hezar û 436 kesan ji destpêka êrişa Rejîma Siyonîst ser vê navçeyê kir.
Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku di mideha 24 saetên buhurî da Rejîma Siyonîst 3 cinayetên nû li Zîvala Xezzê pêk anîne ku di encamê da 37 kes şehîd û 98 kes jî birîndar bûn.
Bi hesibandina van şehîdan hejmara şehîdên Xezzê ji 7`ê Cotmeha 2023`an ve û hevgavê destpêbûna operasiyona Bahoza Eqsayê ve heta nika rabûye 45 hezar û û 436 kesî û hejmara birîndaran jî gihîştiye 108 hezar û 38 kesan. li gorî ragihandina rayedarên wezareta tendirustiyê li Zîvala Xezzê, hejmareka zav a şehîdan hîna di bin kelefeyan da mane yan jî li kolanan li ser hev da mane û hêzên alîkarîgîhandin û hêzên gelanî nikarin xwe bigihînin birîndaran.