Dagirker pêşiya agirbesa li Xezzeyê digrin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i352650-dagirker_pêşiya_agirbesa_li_xezzeyê_digrin
Tevgera Hemasê tekez kir ku şertên nû yên rejîma dagîrker a siyonîst di muzakirên agirbesê û pevguhertina girtiyan bû sedem rêketin paşde bikeve.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Kanûn 25, 2024 15:06 Asia/Tehran
  • Dagirker pêşiya agirbesa li Xezzeyê digrin

Tevgera Hemasê tekez kir ku şertên nû yên rejîma dagîrker a siyonîst di muzakirên agirbesê û pevguhertina girtiyan bû sedem rêketin paşde bikeve.

Tevgera Hemasê di daxuyaniyekê de ragihand: Muzakirên agirbes û pevguhertina girtiyan li Duhê bi navbeynkariya Qeter û Misrê bi awayekî cidî  bi pêşde diçe. Me berpirsyarî û nermatî nîşan da, lê rejîma dagirker mijar û şertên nû derbarê vekişyan, agirbes, girtiyan û vegera awareyan de xistin rojevê ku bûn sedem rêketin paşde bikeve. Di halekî de ku  vê dawiyê hin muzakire li Qahire û Dûhayê derbarê agirbesa Xezzeyê û pevguhertina girtiyan di navbera Hemas û Rejîma Siyonîst de hatin lidarxistin, medya Îbrî gotibûn peymana agirbesê ya Xezzeyê dê beriya hilbijartinên Amerîkayê pêk neyê.