Kanûn 23, 2024 18:03 Asia/Tehran
  • Rewayetên nalebar derbarê rewşa xirab a nexweşxaneyên Xezzeyê

Serokê Nexweşxaneya Şuhedaya El-Eqsayê li navenda zîvala Xezzeyê ragihand ku ji her 10 şehîdên filistînî yên ku bo nexweşxaneyan tên veguhestin, çar şehîd beşeke zêde ji laşê wan nemaye.

Mahir el-Şafiî rewşa hin birîndaran li navçeyên navendî yên Xezzeyê nebaş wesif kir û got ku rejîma dagirker çekên seyr û ecêb bi kar tîne ku  ziyanên zav digihîne welatiyan.

Vî berpirsê filistînî derbarê rewşa birîndaran got:  Yên birîndar bi giştî  bi şikestin, birînan û şewitînê li hemû leşê xwe tên vegihestin û hinek ji wan jî dema tên veguhestin bo nexweşxanê hinek beşên leşê wan nemane.

Serokê Nexweşxaneya Şuhedaya   El-Eqsa bal kişand  ser nimûneyek ji van birîndaran  û got:  Birîndarê herî dawî ku min derman kir xortek bû ku ling û dest şikestî bû û leşê wî şewitîbû û birînên biçûk li hemû laşê wî dihatin dîtin ku wek bizmarên biçûk dihatin dîtin.

Serepeyv