Kanûn 18, 2024 18:05 Asia/Tehran

Şerê li Xezzeyê di halekî da derbasî roja 439an bû ku artêşa dagirker a Israyîlê bi giranî êrişî malên derdora nexweşxana Kemal Edwan li bakura Zîvala Xezzeyê dike.

Balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst 9 carî êrişî derdora nexweşxana Kemal Edwan li bakura Zîvala Xezzeyê kirin ku di encama wan da çend kes hatin şehîdkirin û birîndarkirin. Herwiha malek jî li navçeya Sehabe ya Xezzeyê hat bobmebarankirin.

Rejîma Sîyonîst di 24 saetên buhurî da 3 komkujî li Zîvala Xezzeyê pêk anîn ku di encama wan da 38 fiilstînî hatin şehîdkirin û 203 kes jî hatin birîndarkirin. 

Hêzên dagirker herwiha di dewama destdirîjêyên xwe da, êrişî navçeya Roceyb a li rojhilata Nablosê ku ketîye rexê rojavaya çemê Urdinê û kempên Belate û Qedîm li herêma Ebwînê kirin ku ketîye bakura Ramellahê û di encamê da kesek li wê herêmê birîndar kirin.

Çavkanîyên nûçeyan herwiha ragihandin ku di navbera têkoşerên filistînî û hêzên dagirker ên sîyonît da li navçeyên curbicur ên rexê rojavaya çemê Urdinê û Zîvala Xezzeyê pevçûnnê giran derketin.

Ji hêla din va pêla baran û seqemê jî awareyên Xezzeyê zêdetir perîşan kirîye ji ber ku di encama berdewambûna êrişên Rejîma Sîyonîst a cinayetker da alavên germkirinê gellekî kêm bi dest dikevin û bi vî awayî niştecîyên vê herêmê nemaze zarok û nexweş û pîr û kal ber xeterê ne.

Di vî halî da Berdevkê NY ji ber ku Rejîma Sîyonîst nahêle komên hawargiheştinê herin hawara niştecîyên bakura Xezzeyê, rexne kir û pêgirî ser pêwîstîya parastina canê sivîlan l iwê herêmê û dabînkirina pêwîstîyên berayî yên wan kir. 

Serepeyv