Roja 409-emîn a şerê Jînosaydê li Xezzeyê
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên êrişên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezzeyê gihîşt 43 hezar û 922 kesî.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li zîvala Xezzeyê ragehand ku di 48 sietên derbasbûyî de artêşa Rejîma Siyonîst 4 cinayet û komkujî li zîvaal Xezzeyê pêk anîne ku di encamê de 76 kes şehîd bûn û 158 kes jî birîndar bûn. Di roja 409emîn a cinayetên Rejîma Siyonîst li navçeyên curbicur ên Xezzeyê ji wan li Beyt Lahiya, El-Nuseyrat û El-Birîcê, nêzîkî sed welatiyên sivîl ji wan jin û zarok şehîd bûn. Tê gotin ku di encama êrişên hovane yên vê rejîmê li ser mal û konên awareyan bi dehan kes birîndar bûne. Bakurê Xezzeyê bûye şehedê bi dehan cinayetên nû û îdamkirina li çolê ji aliyê artêşa terorê li dijî hejmareke zêde ya xelkê sivîl, bi curekê ku Navenda Mafên Mirovan a Ewropa-Medîterrane ragihand ku Artêşa Rejîma Siyonîst ji 43 rojan berî niha li sêyem êrişa xwe ser bakûra Xezzeyê cinaytên hovane yên kuştina sivîlan, tirsandina wan, derxistina wan ji malên wan bi darê zorê û koçberkirina wan ji bakurê Xezzeyê bi darê zorê yek ji wan pêlên herî mezin ê koçberkirina bi darê zorê tê hesabê.
Asim El-Nebiye berdevkê şaredariya bajarê Xezzeyê derbarê qeyranên curbicur ên vî bajarî piştî êrişên Rejîma Siyonîstî û xerakirina binesaziyan û kêmbûna avê li vî bajarî agahî da.Di eynî demê de Tabûrên Qessam ragihand ku tankeke Merkava ya Îsraîlê li Beyt Lahiya li bakurê Zîvala Xezzeyê bi roketeke dijî zirxî ya Yasîn 105 daye ber êrişan.
Tabûrên Qesaam her wiha ragihand: Me 12 leşkerên Israîlî bi bombeyeke dijî mirov li navenda bajarê Beyt Lahiya li bakurê Xezzeyê da ber êrişan.Her wiha tabûrên Qessam derbarê girtina 5 leşkerên siyonîst li navçeya El-Cewanî li navenda bajarê Beyt Lahiyê li bakurê Xezzeyê agahî dan.