Jordaçûna hejmara şehîdên Xezzê
Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku hejmara şehîdên ji ber êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê rabû 42 hezar û 924 kesî.
Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzê di daxûyanîyekê da amara herî nû ya şehîd û birîndarên ji ber êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê ji 7`ê Cotmeha sala buhurî ve heya nika ragihand. Anegorî ragihandina Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzê di encama êrişên artêşa terorê ser Zîvala Xezzê de ji 7`ê Cotmeha sala buhurî ve heta nika 42 hezar û 924 kes şehîd bûne.
Herwiha vê saziya tenduristîyê ya filistînî ragihand ku hejmara gişt birîndarên ji ber êrişên artêşa terorê ser Zîvala Xezzê ji dema destpêbûna şêrr ve li vê zîvalê gihîştiye 100 hezar û 833 kesî.
Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku di 24 saetên buhurî da artêşa terorê 7 cinayet li Zîvala Xezzê pêk anîye. Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzê herwiha ragihand ku di encama êrişên îro yên artêşa terorê ser Zîvala Xezzê da 77 kes şehîd bûne û 289 kes jî birîndar bûne.