Mehmûd Ebas: Bila Birîks Îsraîlê boykot bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i351859-mehmûd_ebas_bila_birîks_Îsraîlê_boykot_bike
Serokê Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê li bara kiryarên Rejîma Siyonîst ên kuştina xelkê Xezzê û hewla ji bo ramalîna etnîkî, ji welatên endam di çarçova Brîks û Brîks+ de xwest ku bi derxistina biryarnameyê li Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Israîlê boykot bikin.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Çirî 24, 2024 14:40 Asia/Tehran
  • Mehmûd Ebas: Bila Birîks Îsraîlê boykot bike

Serokê Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê li bara kiryarên Rejîma Siyonîst ên kuştina xelkê Xezzê û hewla ji bo ramalîna etnîkî, ji welatên endam di çarçova Brîks û Brîks+ de xwest ku bi derxistina biryarnameyê li Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Israîlê boykot bikin.

Roja Pêncşemiyê, Mehmûd Ebas, di axiftinekî de li Civîna Birîksê+`ê li Kazan a Rûsyê, herwiha got: Salek temam li ser mezintirîn karesata ku netewê Filistînê piştî Roja Reş yan Nekbetê tûşî wê bûye, derbas bû û em şahidê berdewamiya şerê Israîlê dijî gelê Filistînê û berdewamiya cinayetên jînûsayd û ramalîna etnîkî li navçeya Xezzê ne.

Wî diyar kir: Îsraîl hewl dide Xezzê ji niştecihên wê vala bike; Li bakurê Xezzê gel birçî dihêlin û êrîşên leşkerî li dijî wan dikin û bajaroknişînên îsraîlî jî kiryarên xwe yên dijî filistîniyan didomînin.

Serokê Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê got: Rejîma Siyonîst bi kiryarên xwe navçe xistiye ber teqînê û berfirehbûna şêrr, her ji ber viya hewce ye civaka navnetewî vê karê Têlavîvê şermezar bike ta ku ev rejîma ji biryara xwe paşda vekişe.