Cotmeh 19, 2024 16:36 Asia/Tehran
  • Dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzê

Wezareta tendirustiya Filistînê li amara xwe ya herî nû da ragihand ku ji 7`ê Cotmeha 2023`an ve heta nika 42 hezar û 500 welatiyên filistînî li Zîvala Xezzê şehîd bûne.

Wezareta tendirustiya Filistînê li Xezzê ragihand ku Rejîma Siyonîst di 24 saetên buhurî da 4 cinayet li Zîvala Xezzê cih anîne ku di encama wan de 62 kes şehîd bûne û 300 kes jî birndar bûne. Bi hesibandina van şehîdan hejmara şehîdên Xezzê ji 7`ê Cotmeha 2023`an ve û hevgavê destpêbûna operasiyona Bahoza Eqsayê ve heta nika gihîştiye 42 hezar û 500 kesî û hejmara birîndaran jî rabûye 99 hezar û 546 kesî.

Piştî derbasbûna zêde ji salekî ji şerrê Rejîma Siyonîst dijî xelkê Zîvala Xezzê, ev rejîma heta nika negihîştiye ti yek ji armancên xwe.

Serepeyv