Cotmeh 17, 2024 16:13 Asia/Tehran

Rêxistina Alîkarîgîhandinê ya Aksfamê û 37 saziyên din ên alîkarîgîhandinê li ser rewşa xedar a mirovî ya li bakûrê Zîvala Xezzeyê pêhişyarî dan û ragihandin ku ji 16 rojan berî nika ve xwerin derbasî bakûrê vê navçeyî nebûye û nabe cîhan li hember cinayetên Rejîma Siyonîst bêtevger û xemsar bimîne.

Rêxistina Alîkarîgîhandinê ya Aksfamê û 37 saziyên din ên alîkarîgîhandinê , îro Çarşemiyê di daxuyaniyeka xwe ya hevpar li ser rewşa Xezzeyê da pêgîrî kirin: Bakûrê Zîvala Xezzeyê ketiye ber xetera jinavçûnê û divê serokên cîhanê demlidest dawiyê bidine cinayetên ku Rejîma Îsraîlê cih tîne.

Di vê daxuyaniyê da hatiye: Ji 1`ê Cotmehê ve Rejîma Îsraîlê îzn nedaye xwerin derbasî Zîvala Xezzeyê bibe û Têlavîvê xelkê sivîl ê filistînî di vê navçeyê da birçî hîştine û mal û konên wan dide ber bombeyan.Van saziyên alîkarîgîhandinê pêgîrî kirine di halekî da ku Rejîma Siyonîst cinayetên bidehşet cih tîne, nabe ku cîhan bi xemsarî û bêtevger lê binere.

 

Serepeyv