Nîsan 25, 2024 07:24 Asia/Tehran
  • Di encama êrişa siyonîstan ser Refehê de 4 kes şehîd bûn

Vê sibp Rejîma Siyonîstî êrişên xwe ser Xezeyê berdewam kirin û di encama êrişa herî nû ya vê rejîmê ser bajarê Refehê 4 filistîniyên din jî şehîd bûn.

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku li halekî ku jînosayda Rejîma Siyonîst li Xezeyê derbasî  roja 201ê bûye, hêzên vê rejîmê vê sibê li Xezeyê  cinayetên xwe berdewam kirin û di encama  êrişa ser bajarê Refehê de 4 filistînî şehîd û 10 kesên din jî birîndar bûn.Di encama vê êrîşê de mala malbata El-Cemel li nêzîk nexweşxaneya El-Necar”li rojhilatê Refehê, li başûrê Xezayê,ket ber êrişan.Li gorî nûçeyeke din, çavkaniyên nûçeyan îro  her wiha derbarê êrişên hewayî yên giran ên Rejîma Siyonîst ser herêmên başûrê Lubnanê agahî dan.Rejîma Siyonîst bajarokên Maron al-Ras, Yarûn û derdora bajarê Hûla li başûrê Lubnanê dan ber mûşekan.

 

Serepeyv