Çile 06, 2024 11:01 Asia/Tehran
  • Li Zîvala Xezeyê zêdetirî 10 hezar nexweşên penceşêrê canê xwe ji dest dane

Zêdetirî 10 hezar nexweşên penceşêrê li Zîvala Xezeyê ji ber wêrankirina tenhanexweşxaneya pisporiyê ya dermankirina penceşêrê li vê navçeyê ji ber êrişên rejîma dagîrker de,bi fega mirinê re rû bi rû ne.

Rejîma Siyonîst di êrişên xwe ser Zîvala Xezeyê bi qestî Nexweşxaneya hevaltiyê ya Tirkiye û Filistînê ku tenha nexweşxaneya taybetî  dermankirina penceşêrê li Zîvala Xezeyê ye da ber êrişan û ew wêran kir.

Rejîma Siyonîst  her wiha pêşiya kirîna dermanên pêwîst ji bo nexweşên penceşêrê  digre û nahêle jî ku ew bo dermankirinê herin derveyê Xezeyê. 

Dr.Sobhi Sekik Rêvebirê Nexweşxaneya hevaltiya  Tirkiye û Filistînê diyar kir ku artêşa rejîma dagirker bi qestî gelek caran ev nexweşxane da ber bomban û xebata wê rawstandin ûkarmendên  nexweşxaneyê û tîmên tenduristiyê jî nekarîn dermanan ji wir derxînin.

Sekik got, daxwaza şandina hejmareke zêde ya nexweşan bo derve hat dayîn, lê tenê çend ji wan hatine şandin. Wî ji welatên cîhanê xwest ku di zûtirîn dem de nexweşên penceşêrê  bo dermankirinê veguhezînin derve.

Serepeyv