27 filistînî ji ber bombebarana başûrê Xezeyê şehîd bûn
Balefirên şêrr ên Rejîma Siyonîst 2 mal li bajarê Refehê û çend taxên bakûrî yên Xan Yûnisê li başûrê Xezeyê dan ber bombeyan.
Leşkerên siyonîst di êrîşa ser bajarê Cinînê li bakurê Rexê Rojavayê Çemê Urdinê da 3 filistînî birîndar kirin. Leşkerên Rejîma Siyonîst di êrîşa ser bajar û Kampa Cinînê rastî berxwedana bi çekê ya têkoşer û xortên filistînî bûn. Xwefirrên Rejîma Siyonîst komeke xortan li Cinînê kirin armanc. Leşkerên siyonîst her wiha bi zêdetirî 5 mûşekên ji dûşika ser mil, maleke li rojhilatê Cinînê dan ber êrîşê. Heyva Sor a Filistînê jî ragihand, di êrîşa siyonîstan ser taxeke rojhilatê Cinînê da sê filistînî şehîd û sê kes jî birîndar bûn. Li gorî ragihandina Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê, ji ber êrîşên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê ji 7ê Cotmehê va heta niha 18 hezar û 608 filistînî şehîd û 50 hezar û 594 kes jî birîndar bûne.