Kanûn 14, 2023 16:33 Asia/Tehran
  • Rêxistina Pizîşkên Sînornenas: Bila tevkujiya li Cinînê were rawestandin

Rêxistina Pizîşkên Sînornenas daxwaza rawestandina êrîşên Rejîma Siyonîst ser Cinînê û tevkujiya niştecihên vê navçeyê kir.

Rêxistina Pizîşkên Sînornenas bi derxistina daxuyaniyekê ragihand ku niştecihên bajar û kampa Cinînê ji ber dewama operasyona leşkerî ya Rejîma Siyonîst dijî vê navçeyê, nikarin xwe bigihînin nexweşxaneyan û ji ber vê yekê şehîd dibin.

Vê sazûmanê tevî amajeya bi kiryarên leşkerên Artêşa Rejîma Siyonîst li dijî nexweşxaneyên Cinînê, ragihand: Leşkerên siyonîst çend gulleyên gaza rondikrêj avêtine ser nexweşxaenya Xelîl Silêman a bajarê Cinînê.

Her wiha di dewama vê daxuyaniyê da hatiye: Tevkujî û êrîşa ser nexweşxane û erebeyên alîkarîgihên li Cinînê divê were rawestandin.

Hêjayî gotinê ye, Artêşa Rejîma Siyonîst ev sê roj in ku êrîşî ser bajar û kampa Cinînê dike.

Serepeyv