Mijdar 20, 2023 08:03 Asia/Tehran
  • Rayedarê Filistînî: Rejîma Siyonîst nexweşxaneya El-Şifa veguherand meqereke leşkerî

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê amaje bi rewşa xirab a dermankirinê li Xezeyê kir û got: Rejîma Siyonîst bi cureyên cinayetan hewl dide xewn û xeyala xwe ya kevnar koçberkirina bi zorê ya xelkê Zîvala Xezeyê pêk bîne.

 

Eşref El-Qedare,  Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê roja yekşemiyê bal kişand ser vê yekê ku Rejîma Siyonîst 9 rojan  nexweşxaneya El-Şefa dorpêç kiribû û got: Îsraîl bi rawestandina xebata nexweşxaneyan hejmara  şehîdên filistînî zêde dike.

Nivîsgeha ragihandinê ya hikûmeta Hemasê li Xezeyê jî ragihand: Rejîma Siyonîst di van 44 rojan dem zêdetirî 1300 kuştin li dijî xelkê Xezeyê pêk aniye û heta niha zêdetir ji 5 hezar zarok û 3300 jin şehîd bûne û Teqez kir: Di encama van êrişan de zêdetir ji 30 hezar kes birîndar bûne ku sedî 75 ê  wan jin û zarok in.

Di daxuyaniya vê navendê  de hatiye, 25 nexweşxane û 52 navendên pizîşkî li Xezeyê ji ber êrişên Rejîma Siyonîst xebata wan hatiye rawestandin.

Rejîma Siyonîst bi  vê îdiayê ku meqerên Hemasê di hundirê nexweşxaneya Şefa ya Xezeyê de ne ev nexweşxane dagîr kiriye lê heta niha tu belgeyek ji bo îsbatkirina vê îdiayê raber nekiriye.

 

Serepeyv