Hişyariya Hemasê derbarê senaryoya sexte ya artêşa siyonîst li nexweşxaneya El-Şifayê
Îzzet El-Reşq, ji berpirsên tevgera Hemasê, îdia û piropagendeya rêjîma dagîrker derbarê nexweşxaneya El-Şifa de tam derew da zanîn û teqez kir, ku cinayeta êrişa ser nexweşxaneyê dê ji bo xelkê cîhanê eşkere bibe.
Îzzet El-Reşq yek ji berpirsên payebilind ên tevgera Hemasê, îdia û propagandayên rejîma dagîrker derbarê nexweşxaneya El-Şifa derew dan zanîn û teqez kir ku, cinayeta êrişa ser nexweşxaneyê wê derewbûna îdiayênên rejîma dagîrker bo xelkê cîhanê eşkere bike.
Wî got: Dûr nîne ku rejîma dagîrker dest bi kiryarên tedbîrên xapînok senaryoyek sexte bike û çek û sîleha li nexweşxaneyê biçîne da ku cinayetên xwe di vê nexweşxaneyê depîne bike.El-Reşq got: Êrişa bi çek û tankan a rêjîma dagîrker ser nexweşxaneya El-Şifayê, israra vê rêjîmê ser berdewamiya cinayetên xwe û hewldaneke kirêt ji bo bidestxistina qaşo serketinê ye.