Mijdar 12, 2023 16:56 Asia/Tehran
  • Êrîşên asimanî û bejahî yên siyonîstan ser cihûwarên jiyanê yên Xezeyê berdewam in

Êrîşên asimanî û bejahî yên siyonîstan ser cihûwarên jiyanê yên Xezeyê berdewam in û keştiyên şêrr ên Rejîma Siyonîst navçeyên rojavayî yên vê zîvalê didin ber êrîşan.

Balefirên şêrr ên Rejîma Siyonîst navendeke bicihkirina awareyan a ser bi Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li rojavayê bajarê Xezeyê dane ber bombeyan ku di encamê da 2 filistînî şehîd û hejmarek jî birîndar bûn. Navçeya El-Sehabeyê li rojhilat û navçeyên rojavayî yên Xezeyê ketin bin êrîşên giran ên balefirên şêrr ên Rejîma Siyonîst û keştiyên şêrr ên vê rejîmê jî navçeyên rojavayî yên Zîvala Xezeyê gullebaran dikin.

Li gorî vê raporê, balefirên şêrr ên Rejîma Siyonîst malek li rojhilatê Xan Yûnisê dan ber bombeyan û hêzên alîkarîgihên meytên şehîdan û birîndaran ji bin kavil û xirbeyan derdixin.

Çavkaniyekî agah li Beşa Tenduristî û Derman a Xezeyê ragihand: Hejmareke birîndaran li Nexweşxaneya Şîfayê ya Xezeyê ji ber qutbûna ceryanê şehîd bûne.

Her wiha şer û pevçûnên bejahî navbera têkoşerên Berxwedanê û hêzên Artêşa Rejîma Siyonîst li bakurê navçeya Beyt Hanûnê, Cebalya, Navçeya Bircên El-Ewdeyê û Beyt Lahiyayê li bakurê bajarê Xezeyê berdewam in.

Serepeyv