Nerazîtiya malbatên hêsîrên siyonîst li Tel Avîvê
Dijberiya li himber şer li erdên dagîrbûyî berdewam e û hejmarek ji malbatên hêsîrên Israîlî li Gazayê li ber avahiya wezareta şêr a Rejîam siyonîst li Telavîvê xwepêşandan kirin.
Li gor rapora malpera El-Meyadînê, îro 14 Cotmehê, hejmarek ji malbatên hêsîrên siyonîst li Gazayê li ber avahiya wezareta cengê ya Telavîvê xwepêşandan kirin.
Li gorî vê raporê, berdevkê artêşa Rejîma Siyonîst 265 malbatên cihû ji kuştina ewladên wan agahdar kir û rewşa 120 malbatên ku hatien hêsîrkirin jî ragiahndiye.
Ji destpêka şerê Bahoza Eqsayê ve heta niha gelek rapor derbarê hêsrbûn û bêhêvîtiyê di nav malbatên bajaroknişînên li nêzîkî Zîvala Gazayê û malbatên hêsîrên hatine weşandin.
Rojnameya Yediot Aharonotê di raporekê de ragehandibû ku wezîrên partiya Lîkud li Îsraîlê dema bo serdana birîndarên şer serdana nexweşxaneyên Îsraîlê kiribûn, ketin ber êrişa bajaroknişînan
Bajaroknişînan bêrêzî li wan kirin û wezîrên partiya Lîkud tawanbar kirin ku Îsraîl têk birine.