Îlon 18, 2023 16:29 Asia/Tehran
  • Li Nablus û Erîhayê malên Filistîniyan hatin kavilkirin

Leşkerên dagirker ên siyonîst îro danê sibê êrişî bajarokê Beyt Decenê li bakur rojhilatê Nablusê kirin û dest bi wêrankirina malên filistîniyan kirin.

Li gorî rapora Şehab News`ê, di encama êrişa leşkerên siyonîst ser Beyt Decenê de, çend xanîber û avahî wêran bûne.

Her wiha îro dagirkerên siyonîst mala welatiyekî filistînî li gundê El Cefeltekê li Erîhayê wêran kirin. Ji aliyê din ve, çavkaniyên xwecihî ragihandin ku ciwanên filistînî karîn kuwad-koptereke Rejîma Siyonîst li devera Melekê li rojhilatê Gezeyê bixin erdê.

Li gorî nûçeyeka din, çavkaniyên xwecihî ragihandin ku berxwedana Filistînê li zîvala Gezeyê vê sibê mûşekek nû ber bi avên Gezeyê ve avêtine û  ew ceribandine.

Li gor nûçeyeke din, hevgavê cejnên cihûyan, hejmarek ji  bajaroknişînên siyonîst êrişî Mizgevta Eqsayê kirin.

 

منبع خبر

Serepeyv