17 operasyonên dije-siyonîstî ji aliyê Berxwedana Filistînê di 24 saetên raborî da
Hêzên Berxwedana Filistînê di 24 saetên derbasbûyî da 17 operasyonên dije-siyonîstî li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê bi cih anîn.
Navenda Amar û zanyariyan a Filistînê di raporekê da ragihand, Hêzên Berxwedana Filistînê bi avêtina gulleyê û kewkîkirina pakêtên teqemeniyê ber bi leşkerên siyonîst va li navçeyên cûrbcûr ên Qudsa dagirbûyî û R bi wan ra ketin pevçûnê.
Ev rapor dibêje, Operasyona Hêzên Berxwedana Filistînê li Quds, Nablus, Cinîn, Erîha, Qelqîliye, Ramullah û El-Xelîlê qewimîne û hêzên berxwedêr li dijî êrîşên siyonîstan sekinîne.
Hêzên Berxwedana Filistînê hefteya derbsbûyî jî 206 operasyon li dijî siyonêîstan li R pêk anîbûn.
Rewşa van rojan a erdên dagirbûyî nemaze R gellekî taybet e û têkoşerên filistînî bi her alavekê bersiva cinayetên bêhejmar ên siyonîstan didin û vê yekê rewşeke taybet ji bo siyonîstên xesbker pêk aniye.
Li gorî nûçeyeke din, li gorî encamên herî dawî yên rapirsînekê sedî 75 ji siyonîstan ji xebata Benyamîn Netanyahû Serokwezîrê Rejîma Siyonîst û kabîneya wî nerazî ne.
Di vê rapirsînê da ku Kanala KAN'ê pêk aniye da, sedî 55 ji îsraîliyan gotine, ji ti yek ji wezîrên kabîneya Netanyahû razî nînin.
Dijayetiya digel Netanyahû li dû pêşnumaya wî ya bigengeşe ji bo guherandina beşeke qanûnên dadweriyê yên Rejîma Îsraîlê ku li Filistîna dagirbûyî wek Darbeya Bî-Bî hatiye naskirin, gellekî zêde bûye.
Ji aliyê din va, plana Îatamar Ben-Gvêr Wezîrê Ewlehiya Navxweyî ya Rejîma Siyonîst ji bo anîna zextê ser hêsîrên filistînî tûşî dijayetiya endamên kabîneya Benyamîn Netanyahû bû.
Civîna roja Yekşemiyê ji bo vekolandina plana Îtamar Ben Gvêr bi mebesta zêdekirina zextan li ser hêsîrên filistînî veguehrî devojeniya navbera Ben-Gvêr û Hêrtzî Haloy Serokê Erkantiya Giştî ya Artêşa Rejîma Siyonîst.
Netanyahû di vê civînê da ji tirsa berteka tund a filistîniyan biryardana derbarê plana Ben-Gvêr bo piştra paşda avêt.
Ji dema desthilatdarbûna kabîneya rastgir a zêdegav a netanyahû û wezîrên wî yên tundrê yên wekî Ben-Gvêr rewşa hêsîrên filistînî li zîndanên Rejîma Siyonîst xerabtir bûye.