Hezîran 11, 2023 16:56 Asia/Tehran
  • Pirsgirêkên navxweyî û derveyî yên Netanyahû ku her roj zêdetir dibin

Niştecihên erdên dagirbûyî di bîst û sêyemîn hefteya bidûhev da li bajarên cûrbicûr li dijî Netanyahû û plana guherînên dadweriyê xwenîşandan bi rê xistin.

Xwenîşandana roja Şemiyê li Filsitîna dagirbûyî di rewşekê da hat lidarxistin ku kabîneya Netanyahû û Opozîsyon bi navcîtiya îshaq Hêrtzog Serokê Rejîma Siyonîst ji bo lihevhatibna derbarê plana pêkhateya dadweriyê gotûbêj dikin, lê hîn jî ti encamekehestkirî ji van gotûbêjan nehatiye bidestxistin.

Hêrtzogv heta beriya niha çend caran nîgeraniya xwe ji qelaş û qeyrana giran a navxweyî li Rejîma Siyonîst ji ber biryarên kabîneya Netanyahû diyar kiriye û heta derbarê qewimîna şerê navxweyî li nav siyonîstan hişyarî daye.

Tekeziya dubare ya Netanyahû ji bo domandina gotûbêjan di vî warî da piştî pesendkirina bûceyê, careke din agirê nearamiyan gurtir kir.

Vê dawiyê hin rayedarên fermî ji Benyamîn Netanyahû Serokwezîrê Rejîma Siyonîst xwestin ku Bin Gvêr ji ber berfirehkirina cinayetê ji navçeyên erebî yên erdên dagirbûyî yên 1948an wêda dayîne.

Piştî daxwaza Benî Gants Rêberê Partiya Yekîtiyê ya Rejîma Siyonîst û Mensûşr Ebbas Serokê Lîsteya Yekparçe ya Erebî ji bo wêdadayîna Wezîrê Ewlehiya Navxweyî ya vê rejîmê, Serokwezîrê berê yê Rejîma Îsraîlê û Rêberê hevpeymaniya dijberan li Knêsêta Îsraîlê jî daxwaza wêdadayîna Îtamar Bin Gvêr kir.

Yaîr Lapîd di peyamekê da tekez kir: Îtamar Bin Gvêr wezîrê herî xerab di dîroka polîsê vê rejîmê da ye.

Wî zêdebûna tundûtûjî û tevliheviyê li erdên dagirbûyî bi taybet kêmbûna ewlehiyê li navçeyên erebnişîn encama siyasetên xelet ên Bin Gvêr zanî.

 

Serepeyv