Di girtîgehên Tirkiyê de cih nema: Zêdeyî 420 hezar kesî girtî ne
Cotmeh 18, 2025 17:19 Asia/Tehran
Komeleya Civaka Sivîl a Sîstema Cezayên Înfazê ragihand ku di girtîgehên Tirkiyê de cih nemaye û zêdeyî 420 hezar kes girtî ne.
Li gorî raporê li 402 girtîgehên Tirkiyê bi giştî 420 hezar û 904 kes girtî hene.
Tevî ku kapasîteya van girtîgehan 304 hezar û 964 kes e, di raporê de hatiye diyarkirin ku 116 hezar û 18 girtî zêdeyî kapasîteya heyî di girtîgehên Tirka de zîndanî ne.
Li gorî amarên meha çiriya pêşîn, hejmara zarokên girtî li zîndanên Tirka de di zêde bûye û gihiştiye 4 hezar û 561 kesan.