Cotmeh 18, 2025 17:20 Asia/Tehran
  • Hevkarîya leşkerî ya Tirkîye û Sûrîyê dijî xwerêvebirîya kurdan li Sûrîyê

Çavkanîyên haydar li Enqerê dibêjin ku Tirkîye hevgavê hewla ji bo rêkevtinameya emnî tev Sûrîyê ji bo berfirekirina operasyona dijî hêzên kurd li tûşa sînorê her du welatan, amadekarîya şandina alavên leşkerî bo Sûrîyê dike.

Li gorî rapora Belombergê, dewleta Tirkîyê dil heye di hefteyên bê da gellek zêrêhpûş, xwefirr, topavêj, mûşek u mertalên berevanîya hewayî bide ber destê Colanî.

Li gorî gotina rayedarên tirk, ew alavana yê li bakura Sûrîyê werin bicihkirin ta ku di operasyona ihtimalî ya dijî kurdên Sûrîyê da werin bikaranîn. 

Tirkîye herwiha bi hikûmeta demkî ya Şamê ra ji bo berfirekirina rêkevtinameya emnî ya Adanayê muzakirê dike ku nêzî 30 salan rê da Tirkîyê ku êrişî hêzên kurd ên nêzîkî sînorî vê welatî bike. 

Serepeyv