HEMAS: Berxwedanê rûpelek nû ya azadî, rûmet û şerefê vekir
Cotmeh 17, 2025 17:28 Asia/Tehran
Zahir Cebarîn, serokê Tevgera Hemasê li Perrava Rojava Çemê Urdinê, tekez kir: Berxwedanê careke din rûpelek nû ya azadî, rûmet û şerefê di dîroka têkoşîna neteweya me de nivîsand û qeyd kir.
Cebarîn azadiya dîlên filistînî pîroz kir û got ku ev azadî bi xwîna şehîdan hatiye mohrkirin û peymanek e ji bo berdewamiya rêya berxwedan û azadiyê û Bahoza Eqsayê yek ji mezintirîn beşên têkoşînê di dîroka neteweya me de ye.
Cebarîn xitabî dijmin tekez kir: Mafên me yên neteweyî ne mijara bazarî û danûstandinê ne û welatê Filistînê mafê neteweya me ye û dewama girtina dîlên filistînî di zindanên siyonîst de dê agirê pevçûnê geş bihêle.