Hezîran 11, 2023 08:58 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana dijî Netanyahû li Filistîna dagirbûyî didome

Niştciyhên erdên dagirbûyî roja Şemiyê di bîst û sêyemîn hefteya bidûhev da li dijî Netanyahû û plana guherînên dadweriyê yên wî xwenîşandan li dar xistin.

Di 22 hefteyên raborî da bi dehan bajar ji bakur heta başûrê Filistîna dagirbûyî ji wan Til Avîv, Heyfa, Qudsa dagirbûyî, Beirel-Sebe, Rîşon Letsyon û Hertzeliyayê bûne qada xwenîşandana dijî kabîneya rastgior a Netanyahû û plana wî ya guherînên saziya dadweriyê ya Rejîma Siyonîst.

Di plana kabîneya Netanyahû ya bi navê Qanûna Dadweriyê da desthilatên Saziya Dadweriyê dê bên kêmkirin û li aliyê din cîgeha desthilatdarî û Saziya Cihêner û Qanûndarêştinê di vê rejîmê da bên xurtkirina.

Pesendkirina vê pêşnumayê vê dawiyê ji aliyê Netanyahû va hat paşdaxistin, lê nerazî tekezî li ser betalkirina tam a vê pêşnumayê dikin.

Ji aliyê din va dewama bêewlehîtiyê li erdên dagirbûyî bû sebeb çend kes bên kuştin an birîndar bibin.

Ji destpêka sala 2023an va 96 erebên filistînî di encama tundûtûjî û guleavêtinê li Filistîna dagirbûyî hatine kuştin.

Filsitîniyan heta niha bi caran bi lidarxistina xwenîşandanan nerazîtiya xwe li hemberî nebûna ewlehiyê li bajarên erebnişîn ên Filsitînê diyar kirne.

Komên çete bi giştî hokara pêkanîna bêewlehitiyê li va bajaran in û li gorî gotina neraziyan polîsê Rejîma Siyonîst dijî van kesan ranaweste.

Di vî halî da ji zarê rapora malpera siyonîstî ya Vala'yê, Leşkerên siyonîst ku di rojên dawî da dev ji xizmeta leşkeriyê bi qasî 12 saetan li ser sînorê Misrê berdane, ji fermandeyên xwe ra gotine ku nikarin di nobetên demdirêj da li ser sînorê Misrê xizmet bikin.

Ev rapor dibêje, rapora têkildarî bêfermaniya leşkerên siyonîst ji xizmeta ser sînorê Misrê ji fermandetiya başûr a Artêşa Rejîma Siyonîst ra hat şandin û di dawî da biryar hat dayîn ku dema nobedariyê li ser sînorê Misrê ji 12 saetan bo 8 saetan were kêmkirin.

 

Serepeyv