May 24, 2023 19:05 Asia/Tehran
  • Nûciwanekî filistînî yê 15 salî li Nablusê şehîd bû

Nûciwanekî filistînî yê 15 salî li Nablusê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê şehîd bû.

Nûciwanekî filistînî yê 15 salî ku çend roj berê bi derba gulleyê leşkerên siyonîst li Nablusê birîndar bûbû, ji ber giranbûna birînan şehîd bû.

Li gorî nûçeya IRNA'yê, Ebdullah Xelîl nûciwanê filistînî yê 15 salî ku di êrîşa çend roj berê ya leşkerên dagirker ser bajarê Nablusê gulle li sînga wî ketibû û birîndar bûbû, îro ji ber giranbûna birînan şehîd bû.

Hêjayî gotinê ye, leşkerên siyonîst berbanga Duşemiyê bi êrîşa ser kampekê li rojhilatê Nablusê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê, sê xortên filistînî şehîd û şeş kes jî birîndar kirin.

 

Serepeyv