Adar 25, 2023 14:37 Asia/Tehran
  • Bi dehan filistînî di encama êrişa eskerên Siyonîst de birîndar bûn

Çavkaniyên nûçeyan vê sibê ragihandin ku di encama êrişa eskerên siyonîst ser neraziyên filistînî li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê de bi dehan filistînî birîndar bûn.

Neraziyan li bajarokên ‘Beyt Decen’ û ‘Bîtay’ê li parêzgeha Nablusê, bajarokê Kefer Qudûmê li parêzêgea Qilqîliyeyê û El-Leben El-Xerbîyê li parêzêgeha Ramullahê dijî bajarokçêkirnên Rejîma Siyonîst xwenîşandan bi rê xistin.

Li gor vê raporê, eskerên siyonîst bi êrişa ser neraziyan, ber bi wan ve gulleyên hesin û gaza hêsirrêj avêtin ku di encamê de bi dehan filistînî birîndar bûn.

 Her wiha eskerên siyonîst Înîyê şevê êrişî ser Kampa Şe’fatê, bajarok El-Tûr, bajarokê Um Tûbayê û bajarokê Al-Ramê li Qudsa dagirûyî kirin.

Hejmarek ji filistîniyan jî li taxa Bab El-Amûdê ya Qudsa dagrbûyî bona piştgiriya xelkê Cênînê û koma berxwedana Erîn El-Eswed’ê slogan avêtin.

 Rewşa van rojan a Erdên Dagirbûyî bi taybet Rexê Rojavayê Çemê Urdinê pir taybet e û têkoşerên filistînî bi her awayî bersiva cinayetên siyonîstan didin.

 

Serepeyv