Adar 13, 2023 14:40 Asia/Tehran
  • Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê meşqeke leşkerî li dar xist

Koma “Seraya El-Quds”ê wek baskê leşkerê yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê meşqeke leşkerî ji bo piştevaniya ji niştecihên Rexê Rojavayê Çemê Urdinê li dar xist.

Li gorî rapora Fars News’ê, Koma “Seraya El-Quds”ê wek baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê îro meşqeke leşkerî bi navê “Sozdarî li Qiraxa Şoreşgeran” li dar xist.

Li gorî vê raporê, Vê komê bi daxuyaniyekê ragihand, di vê meşqa leşkerî da avêtina mûşek, top, bicihkirina hêzan û tevgera leşkerî ya yekîneyên şerker û yekîneyên piştevan pêk hatin.

Pêştir “Enwer Ebû Taha” Serokê Navenda Ragihandinê ya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê dewsama destdirêjiyên siyonîstan li ser gel û têkoşerên filsitînî li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê wek cengeke jirast bi nav kiribû.

Wî gotibû ku dijmin divê bizane ku xwîna gelê Filistînê, tiştê herî biha ji bo Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ye û “Gulleyên vê tevgerê wê heta jinavçûna rejîma demkî ya siyonîst, ber bi Îsraîlê û serbazên wê va bên avêtin.”

 

Serepeyv